'Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê sîstema berevaniyê tê danîn'

.

Fermandarê Binkeya Esmanî ya Hevpeymanan a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Scott Desormeaux ragihand; her dronek li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bifire, dixin xwarê. 

Fermandarê Binkeya Esmanî ya Hevpeymanan a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Scott Desormeaux ragihand; her dronek li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bifire, bêyî ku ew bala xwe bidin êrîşber e yan droneke asayî ye, dixin xwarê.

Scott Desormeaux ji K24ê re eşkere kir; dronên şeva 11ê Îlonê yek ji wan li derveyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya sîstema berevaniyê xistine xwarê û drona din jî li nav balafirgehê, lê ti dronek zirarên giyanî an maddî li pey xwe neanîne.

Desormeaux diyar kir ku hêzên taybet ên garda niştimanî ya Amerîkayê li nav Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine bicihkirin û erkê wan parastina balafirgehê ye ji êrîşên dronan.

Biryar e piştî cîgirkirina sîstema berevaniyê ji bo parastina Binkeya Esmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nav balafirgehê, dawiya vê mehê ew hêza taybet a Amerîkayê dawî li erkê xwe bîne û vekişe.

Scott Desormeaux eşkere kir: “Her çiqas danîna sîstemeke bi wê şêweyê li nav balafirgehê, ku balafirên sivîl jî tê de çûn û hatinê dikin, hinek zehmet e, lê ez bawer im êdî em dikarin hemû dronan bixin xwarê.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e