Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 15 kesên din ji ber Koronayê mirine

Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristîya Tirkîyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 15 kesên din ji ber Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Tirkîyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronayê de daxuyanîyek belav kir û aşkere kir 963 pêketîyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 15 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara roja sêşemê 28.07.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên nexweşîya vîrusa Koronayê ji tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî zanyarîyên Koca 47 hezar û 412 pişkinînên nû hatine kirin û 963 pêketîyên nû hatine tomarkirin û 15 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 1.092 nexweş jî baş bûne.

Heta niha testa 4 milyon û 665 hezar û 383 kesan hatîye çêkirin. 227 hezar û 982 kes bi vê nexweşîyê ketine. 5 hezar û 645 kes mirine.

Hezar û 280 kes li beşên nexweşîyên giran tên dermankirin, hejmara nexweşên entube 403 ye. Heta niha 211 hezar û 561 kes jî baş bûne.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist