Li Bakurê Kurdistanê berfê jîyan rawestand

Li hersê parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên 491 gund ‎û mezrayan hatine girtin.‎

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê, li navçeyên Bahçesaray, Şax, Payîzava, Saray, Bêgir, ‎Elbak û Westanê rêyên 270 gund, mezra û avahîyan ji ber berfê hatine girtin. Hat ragihandin ku tîmên ‎paqijkirina rêyan jî li ser kar û xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî berdewam in.‎

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê berfa zêde bandoreke nerînî li jîyana rojane ‎ya ‎welatîyan kirîye.  Ji ber berfê rêyên 141 gund û mezrayan hatine girtin, herwiha rêya navbera ‎Colemêrg ‎û Şirnexê jî hat girtin. ‎

Li parêzgeha Bedlîsê jî rêyên 80ê gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin. Kar û xebatên tîmên ser bi ‎Rêveberîya Taybet a Bajêr bo vekirina rêyan didomin. Li gor keşnasîyê, tê çaverêkirin ku berf û baran ‎nav bi nav li wan parêzgehan bibare.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist