Li bajarê Gêlan festîvala helbestên kurdî tê lidarxistin

Li bajarê Gêlan li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, yekemîn festîvala helbestên kurdî tê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medyaya Îranê, meha Sibata sala bê li bajarê Gîlan festîvala helbestên kurdî tê lidarxistin.

Berpirsên festîvalê dane zanîn, ew kesên dixwazin beşdarî festîvalê bibin dikarin heta dûmahîka meha Çile ya sala 2020 berhemên xwe bişînin destê wan.

Li ser afîşa festîvalê hatîye gotin ku ew festîval taybet bo parêzgehên Ormîye, Kirmaşan, Sine, Îlam, Hemedan û Loristanê ye.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin