Li Bajarê Batmanê Zarokeke 1,5 Salî ji COVID-19 Mir

.

Li Batmanê zarokeke 1,5 salî roja Şemîyê ji nexweşîya COVID-19 jîyana xwe ji dest da.

Malbata Sakîneya biçûk, doktoran sûcdar dikin ku wan gelek dereng teşhîs li wê danîye.

Meta wê, Safîye Akdag da zanîn ku Sakîne li Tirkîyê zaroka herî biçûke ku ji nexweşîya COVID-19 miriye.

Safîye Akdag

Akdag ji Dengê Amerîka re got ku cara pêşîn di 19’ê mehê de biraza wê nexweş ketiye, lê doktor bi çend dermana ew şandn malê.

''Lê jiber ku roj bi rojê rewşa wê xerabtir bû di nav hefteyek de pênc caran jinbira min, Sakîneyê bir doktorên cuda. Di 25’ê mehê de eşkere bû ku Sakîne bi nexweşîya COVID-19 ketiye, lê jiber ku servîsa krîtîk de cî tunebû, bêyî ku oksîjen bidinê ew heşt saet rawestandin.''

Akdag îdia dike ku îhmala nexweşxanê di mirina Sakîne de heye û ewê hember berpirsên mirina doz vekin.

Jî alîyê din ve, parlamantera HDP’ê Feleknas Uca mirina Sakîne anî rojeva parlamanê, lê walîtîya Batmanê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di mirina Sakînê de kêmahîyek tuneye.

“Di dermankirina Sakîne da ti îhmal tuneye jiber ku nexweşîya tuberskleroz di wê de hebûye, ev jî bûye sedem ku vîrusa korona bi mêjî û dile wê bigire. Di hemû merhaleyan de çi pêdivî hebûye doktoran bi cîh anîne.”

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!