Li Amerîkayê rewşa awarte hat ragihandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi mebesta rûbirûbûna Koronayê li seranserê welat rewşa awarte ragihand.

Navenda Nûçeyan - Donald Trump di konferanseke rojnamevanîyê de behsa tedbîrên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê kir û got ku ew xizmetguzarîyên tendirustîyê yên pêwîst pêşkêşî xelkê dikin û pişkinînên pêwîst jî bo kesên gumanbar dikin bo ku rê li ber belavbûna vîrusa Koronayê bigirin.

Trump tekezî li ser ragirtina geştên ji Ewropayê bo Amerîkayê bo heyama 30 rojan kir û got, “Rêxistina Tendirustîya Cîhanî ji me re dibêje, di miamelkirina li gel Ewropayê de hişyar bin.”

Serokê Amerîkayê geşbînîya xwe jî anî ziman û ragihand, vîrus dê bi dawî were û ew dê bihêztir bibin li paşerojê.

Her di çarçova rêkaran de, Donald Trump rewşa awarte li seranserê Amerîkayê ragihand û dîyar kir, ew dê ji bo rûbirûbûna Koronayê ji budceya federalî 50 milyar dolar terxan bike.

Serokê Amerîkayê derbarê biryara rewşa awarte de jî got ku ew bi wê mebestê ye ku hikûmetê desthilata temam hebe bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê.

Ev di demekê de ye ku heta niha li seranserê cîhanê, zêdetirî, 5000 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbanîyan jî her ku diçe zêde dibe.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî