Li Amerîkayê hezar û 166 pêketiyên din ên vîrusa koronayê mirin

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona berdewam zêdebûnê de ye û heta naha li wî welatî zêdetir ji 188 hezar kesan ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê  yên îro 02.09.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 6 milyon û 257 hezar û 938 kesan.

Herwaha di 24 demjimêrên borî de hezar û 166 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî heta naha li Amerîkayê 188 hezar û 902 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha 3 milyon û 497 hezar û 431 kesên pêketiyên vîrusa korona jî baş bûne.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene