Li Amerîkayê hejmara mirîyên koronayê 80,000 kes derbas kir

Li Amerîkayê ku rêjeya herî zêde ya tûşbûn û mirina bi sedema koronayê lê hatîye tomarkirin, hejmara mirîyên koronayê 80,000 kes derbas kir.

Navenda Nûçeyan - Li Amerîkayê di 24 demjimêrên dawî de 1 hezar û 417 kesên din ji ber tûşbûna bi vîrusa nû ya koronayê anko COVID-19 canê xwe ji dest dan û 25 hezar û 232 kesên din jî bi vê vîrusê ketin.

Bi vî awayî hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha bi sedema vîrusa COVID-19 li Amerîkayê canê xwe ji dest dane, gihîşte 80 hezar û 56 kesan û hejmara kesên ku bi vê virûsê ketine jî bû milyonek û 348 hezar û 315 kes.

Li ser asta cîhanê rêjeya herî zêde ya tûşbûn û mirina bi koronayê, li Amerîkayê hatîye tomarkirin.

Ew yek di demekê de ye, ku Cîgirê Serokê Amerîkayê, Mike Pence jî piştî ku yek ji alîkarên wî bi vîrusa COVID-19 ket, xwe kerentîn kirîye.

Berîya çend rojan, yek ji fermanberên ofîsa Mike Pence bi koronayê ketibû.

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin