Li Amerîkayê êrişa bi çekan, 11 birîndar hene

.

 Li herêma Little Riverê ya eyaleta Carolinaya Başûr a Amerîkayê êrişeke bi çekan pêk hat û herî kêm 11 kes birîndar bûn.

Êriş doh êvarê hat kirin û li gorî daxuyaniya Polîsê Herêma Horryê, derbarê sedema êrişê yan jî gumanbaran ti hûrgilî nînin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li herêmê.

Li gorî agahiyên ku polîsan dane dibe ku hejmara birîndaran zêdetir bibe.

Rayedaran piştrastî da ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

Bang li şêniyên herêmê hat kirin ku dema lêkolîna ji bo komkirina delîlan didome ji deverê dûr bikevin.

Little River li bakurê Myrtle Beachê bajarokekî li qerexa deryayê ye, bi jiyana şevê û cihên kêfxweşiyê tê naskirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist