Li Amerîkayê bû kesayetiyê salê

Şefê Kurd ê bi navê Heqî Akdenîz, ku 8 restorantên wî yên pîzzayê hene, li Amerîkayê, hêjayî xelata, ‘Kesayetiyê Sala 2019an’ hat dîtin.

Heqî Akdenîz ku xelkê navçeya Farqîn a ser bi parêzgeha Ameda Bakûrê Kurdistanê ve ye, 22 sal berî niha bajarê xwe bicî hişt û berê xwe da welatê Kanadayê. Akdenîz, piştî heyameke karkirina li dikaneke pîzzayê, diçe Amerîkayê û li New Yorkê niştecih dibe. 


 

Ew welatiyê Kurd dema di temenê xwe yê 21 salî de digihije New Yorkê tenê 400 dolarên wî hebûne û ji ber nebûna pere û cihê mayînê, heyamekê li xaniyê bêmalan dimîne.


 

Paşê Heqî Akdenîz, beşdarî pêşbirka amadekirina baştirîn pîzza dibe û pileya yekem bi dest dixe û dibe hosta û kesayetiyekî naskirî yê New Yorkê.


 

Dezgeha ‘The Lower East Side Hispanic Committee’ ku ji aliyê lîjneyeke serbixwe û hejmareke kesayetiyên Amerîkî ku bi eslê xwe ji Amerîkaya Başûr in, tê birêvebirin,  roja 8ê Tebaxê karsazê Kurd Heqî Akdenîz hêjayî xelata ‘Kesayetiyê Sala 2019an’ dît û roja 10ê Tebaxê, di merasîmeke li Manhattanê xelatê karsazê Kurd pêşkêşî wî hat kirin. Ew dezgeha Amerîkî salane kesên serfkeftî destnîşan dike û xelat dike.


 

Heqî Akdenîz ku bûye palewanê akrobasiya pîzzayê ya cîhanê jî, di dema wergirtina xelat de ragihand ku di heyamên borî de di qonaxên dijwar re derbas bûye û got, “Xelatê xwe pêşkêşî Ameda xoşewîst dikim.”

Sibata 2017an Tora Medyayî ya Rûdawê, çîroka serkeftina Heqî Akdenîz, bi raportekê belav kiribû.

 

Ew karsazê Kurd ji ber encamdana karên xêrxwaziyê, ji aliyê Odeya Jêr a Encûmena New Yorkê ku weke parleman eyaletê ye (New York State Assembly) ve, hêjayî xelatên ‘Xêrxwaztirîn Mirovê Karsaz’ û xelata ‘Kesê Neasayî yê Civaka New Yorkê’ hat dîtin.

Heqî Akdenîz, ku heyamekê bê pere û bê xanî bû, niha xwediyê zîncîre xwaringehên pîzzayê ye li New Yorkê û yek ji stêrkên torên civakî ye ku bi milyonan şopînerên wî hene.

 

Heqî Akdenîz, dema ku li Kanadayê bû bi jineke ji Amerîkaya Başûr re zewicî bû û kurekê wan çêbûbû. Lêbelê di heyamên piştre Akdenîz, heta temenê wî yê 10 salî jî zarokê xwe nedîtibû.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da