Li Amerîkayê balafirek ket

Li Amerîkayê di encama ketina balafirekê de nûçegihana kanaleke taybet canê xwe ji dest da.

Li Amerîkayê di encama ketina balafirekê de nûçegihana kanaleke taybet canê xwe ji dest da.

Li balafirxaneya Lakefront a li New Orleansê ya Amerîkayê, balafirke biçûk a ji cureyê Pitts S-2B ku nûçegihana kanala nûçeyan Fox 8ê, Nancy Parker tê de bû, derdora demjimêr 15.00an ket.

Li gor zanyariyan di encama ketina wê balafirê de rojnamevan Nancy Parker û pîlotê balafirê canê xwe ji dest dan.

 

 

Hat zanîn ku Nancy Parker ji bo girtina dîmenan li balafirê siwar bûbû.

Berpirsên Amerîkî derbarê sedema ketina balafirê de lêpirsîn dan destpêkirin

Amerîka Haberleri

CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye