Li Amerîkayê 24 demjimêrên borî de 1132 pêketiyên vîrusa koronayê mirin

Li Amerîkayê 24 demjimêrên borî de 1132 pêketiyên vîrusa koronayê mirin

Li Amerîkayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê di 24 demjimêrên borî de 1132 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber vîrusa koronayê li Amerîkayê geheşt 200 hezar û 280 kesan.

Amerîka ya ku bûye navenda belavbûna şewba vîrusa koronayê her roj hejmara pêketî û miriyan zêde dibe û li gor amarên îro yên malpera Worldometer di 24 demjimêrên borî de 38 hezar û 829 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê geheştiye 6 milyon û 789 hezar û 877 kesan.  

Hat ragehandin heta naha li Amerîkayê zêdetirî 4 milyon û 69 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

 

Amerîka Haberleri

Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'