Li Amedê zanîngeheke nû tê avakirin: Nav û cih diyar bûn

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zanîngeheke taybet a bi navê “Zanîngeha Diyarbakirê” tê avakirin.

Hat destnîşankirin ku malbatên Durmaz û Ay ji bo avakirina “Zanîngeha Diyarbakirê” weqfek ava kiriye.

Herwiha hat ragihandin ku dê zanîngeha nû ya taybet li cihê fabrîqeya alkolê ya berê ya  li ber Çemê Dîcleyê bê avakirin.

Hat ragihandin ku li Amedê ji xeynî Zanîngeha Dîcleyê lêkolîn hatine kirin û hewl hatiye dayîn ku zanîngeheke weqfê bê avakirin.

Hat destnîşankirin ku Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmazê ku çend hefte berê çûbû Amedê ji bo "Zanîngeha Diyarbakirê" soza piştgiriyê daye.

Tê plankirin ku "Zanîngeha Diyarbakirê" li cihê fabrîqeya alkolê ya berê ya li ber Çemê Dîcleyê bê avakirin.

Fabrîqeya alkolê ya berê di sala 1932yan de li ber Çemê Dîcleyê hatibû vekirin û di sala 2007an hatibû girtin.

Li gorî zanyariyan malbatên Durmaz û Ay ji bo avakirina zanîngeha taybet weqfek ava kir.

Di encama xebateke salekê de “Weqfa DurmazAy” hat avakirin.

“Şerm e ku heta niha nehatiye avakirin”

Alîkarî Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Amedê bi karsazên bajêr re jî civiyabû.

Rêveberên weqfê ji bo zanîngehî ji Yilmaz piştgirî west.

Hat ragihandin ku Yilmaz jî gotiye “Şerm e ku heta niha li bajarekî wekî Amedê nehatiye avakirin” û soza piştgiriyê daye.

Li aliyê din weqfê yekem civîna xwe bi parlamaneterê Amedê Galîp Ensarîoglu re pêk anî.

Ensarîoglu li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:

“Me civîna yekemîn a Zanîngeha xwe ya Weqfê ya Amedê ya Mezopotamyayê ku dê li Amedê bê avakirin pêk anî. Li ser xêrê be înşellah.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin