Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir

Xebatkara tenduristiyê Esra Alakûş li Amedê bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.

 

Li Amedê xebatkara tenduristiyê Esra Alakûş a 45 salî ji 8’ê îlonê ve ji ber vîrûsa koronayê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat tedawîkirin. Hat zanîn ku Alakûş jiyana xwe ji dest daye. Alakûş dayika du zarokan bûye û malbatê cenaze bir li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê veşart.  

Platforma Tenduristiyê ya Amedê beriya niha bi demek kin eşkere kiribû ku 722 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine û 8 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina Alakûş re hejmar miriyan derket 9 kesan. 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê