SES, Diyar DHO, Odeya Tabîban a Amedê tundiya li ser kedkarê tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê şermezar kirin û xwestin dev ji Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de bê berdan.
Odeya Diransazên Amedê (Diyar DHO), Odeya Tabîban a Amedê (DTO), Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî kedkara tenduristiyê Gulay Berber ku li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê ji aliyê nexweşekî ve rastî tundiya fizîkî û devkî hatibû, li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku gelek rêveberên rêxistinên tenduristiyê tevlî bûn de pankart û dovîzên ku li ser wan nivîsa "Bila tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe" nivîsandî hat vekirin. Sekreterê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs daxuyaniyê da û bertek nîşanî tundiya li hemberî Gulay Berber pêk hatiye da û diyar kir ku ew tundiyê qebûl nakin. Ûlûs her wiha bal kişand ser Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de jî û xwest ku dev ji vê bername bê berdan.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist