Li Amedê teqîneke bihêz qewimî!

Li navçeya Rezanê ya ser bi parêzgeha Amedê, doh li maleke xwendekaran teqîneke bihêz encam da. Kesek, bi giranî birîndar bû.

Doh, li navçeya Rezanê li Taxa Yunus Emreyê, li malekê teqîneke bihêz rû da.

Di encama teqînê de kesek bi giranî birîndar bû û bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat veguhastin

Herwiha teqîn zîyaneke cidî li malê da.

Ji ber teqînê gelek mal zîyan dîtin û herwiha teqîn li taxê bû sebeba tirseke mezin.

Li gor îdiayan, teqîn ji ber tûpa otomobîlan rû daye ku li jûrekê hatine dîtin.

Li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?