Li Amedê şaredariyê xwest 20 xaniyan birûxîne: Welatiyan nehişt

.

 Li Taxa Fabrîkayê ya bajarê Amedê, şaredariyê biryar da 20 xaniyên taxê bi sedema ne yasayî hatine çêkirin xirap bike.

Vê sibê tîmên şaredariyê ji bo xirapkirina xaniyan çûn taxê lê niştecihên taxê li dijî wan xwepêşandan kir û ew ji taxê derxistin.

Xelkê taxê nehişt xaniyên wan werin xirakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo xirakirina 20 xaniyan tîmên xwe şandin Taxa Febrîkayê.

Tevî ku doza xirakirina van malan hîn li dadgehê ye û dadgehê hîn biryar li ser nedaye, şaredariyê xwest wan xaniyan birûxîne.

Bi keviran da pey tîmên şaredariyê

Niştecihên taxê li dijî biryara şaredariyê kom bûn, nerazîbûna xwe nîşan da û bi keviran da pey tîmên şaredariyê.

Xelkê Taxa Fabrîkayê got ku ew nahêlin xaniyên wan bên rûxandin.

Piştî vê çalakiyê, niştecihên taxê ji Rêveberiya Ewlehiyê Amedê daxwaza hevdîtinê kir.

Piştî hevdîtinê biryar hat dayîn ku ew xaniyên navborî neyên hilweşandin.

Li gorî agahiyan, heta ku dadgeh li ser van malan biryarekê nede dê şaredarî ti hewldaneke din a rûxandina xaniyan nede.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin