Li Amedê rahênerê ku li werzîşvana xwe da ji kar hat dûrxistin

.

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê rahênerê werzîşa taekvandoyê yê bi navê Orhan B. li pêşiya temaşevanan ji ber werzîşvana jin bin ketiye şemaq lê da.

Li gor dîmenên ku di medya civakî de belav bûne li navçeya Kayapinarê ser bi parêzgeha Amedê li hola werzîşê dema hilbijartina bajêr a ciwanên ku werzîşa taekvandoyê dikin dihatkirin ji ber werzîşvana bi navê Irem P. binketiye rahênerê wê şemaq lê dide.

Li gor agahiyan piştî bûyerê polîs hatiye agahdarkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Herwiha hilbijartinên taekvandoyê jî hatine paşxistin.

Federasyona Taekvando a Tirkiyê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û dibêje heta lêpirsîn bi dawî bibe rahêner ji kar hatiye dûrxistin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN