Li Amedê nirxê bilêtên otobusên nav bajêr %25 hat zêdekirin

.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zam anî ser veguhastina giştî û nirxê hatin û çûna bi otubusên sîstema şaredariyê bi rêya ji sedî 25 zêde kir.

Li gor biryarê, nirxê bilêtên otobusên kerta taybet û yên otubusên şaredariyê yên ku bi sîstema şaredariya Amedê kar dikin, bi rêjeya %25 zêde dibe, lê belê ev biryar nirxê veguhastina bi minîbusan li xwe nagire.

Bi vê biryarê re, buhayê bilêtên otobusan li nav bajarê Amedê ji 2 Lîreyên Tirkî bo 2,50 lîreyan hatiye zêdekirin.

Bilindbûna buhayê benzînê û parçeyên yedek ên otobusan weke sedemên zêdekirina nirxê bilêtên otubusan li Amedê hatiye nîşandan.

Serokê Kooperatîfa Otubusên Kerta Taybet, Fesîh Kaya derbarê zêdekirina nirxan de ragihandiye, ku ew ji biryarê nerazî ne ji ber ku ne li gor bendewariya wan e. Fesîh Kaya dibêje, ku pêwîst bû nirxek zêdetir hatiba diyarkirin û tekez dike, “Bendewariya me ew nebû. Biryarê em razî nekirin.”

Pêştir herî dawî di sala 2009an de nirxê hatin û çûna bi otobusan li Amedê hatibû zêdekirin. Sala 2013an Encûmena Şaredariya Mezin a Amedê biryara zêdekirina nirxê veguhastina giştî û hatin û çûna bi otobusan dabû, lê belê piştî bertek û nerazîbûna berfireh a gel, biryar hatibû hilweşandin.

 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Me tol hilneda lê divê dadwerî pêk were
11 sal bi ser çûna Pêşmerge ya Kobanê re derbas bûn
Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû II
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
PWKyê Li Bajarê Uppsala Yê Swêdê Semînerek Li Dar Xist