Li Amedê Kargeha Podcastên Kurdî wê bê pêkanîn

.

10 kes dikarin beşdar bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.

Botan International wê bi hevkarîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) 25 û 26ê Tebaxê Kargeha Podcastên Kurdî pêk bîne. 

Kargeha Podcastên Kurdî dê li Ofîsa Botan Internationalê ya Amedê bê pêkanîn û ders dê Kurmancî bin. 

10 kes dikarin beşdar bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên Botan Internationalê dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin. 

Hatice Kamer (BBC, SBS, VOA) û Hozan Adar (PodcastKurdî) wê dersan bidin.

Piştî kargehê sertîfîkayek dê bê dayin. Kargeh bêpere ye.

Botan International dê ji bo rê û manê bûrsê nede.  

Beşdarên Kargeha Podcastê dê li Stûdyoya Botanê, Podcasta xwe qeyd bike. Edîtorîya Botan Timesê dê Podcastên li gor standardên perwerdeyê hatîn çêkirin bikire. 

Ji bo beşdarbûnê divê hûn formê dagirin

Berpirsa têkilîyên digel beşdaran: Vahdet Uçar - vahdetucar@botaninternational.com 

Çavkanî-Bîanet

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin