Li Amedê ji bo Derwêş şîn hate danîn

Ji bo koça dawîyê ya Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş, şîn hate danîn.

Navenda Nûçeyan- Ji bo koça dawîyê ya Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş, bi endamên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) şîn hate danîn.

Îro, 26.10.2019, li Amedê ji bo koça dawîyê ya Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş,  şîn hate danîn. Gelek endamên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK), sîyasetmedar, rewşenbîr û hemwelatî beşdarî şînê bûn. Şîn bi rawestîna rêzgirtinê destpêkir. Dûre Şex Misbah fatîha xwend.

Di şînê de Seîd Veroj, serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Mesud Tek, serokê Partîya Kominîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û Osman Karavîl axivîn.

Sekreterê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Abdulhemîd Hacî Derwêş roja pênşemê, 24.10.2019,  di temenê 89 saliyê de li bajarê Qamişlo koça dawîyê kiribû.

Derwêş yek ji kevintirîn sîyasetvanên Rojavaya Kurdistanê bû û yek ji damezrênerê yekem partîya Kurdî li Surîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê di sala 1957 de bû.

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir