Li Amedê du grûpan bi kêr û daran li hev xistin: birîndar hene

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de şer derket û 3 kes birîndar bûn. Birîna 2 kesan giran e.

Navenda Nûçeyan - Bûyer şeva bihorî li qezaya Sûrê ya Amedê li bin Pira Farqînê çêbûye.

Li gor agahîyên hatine belavkirin, di navbera du grûpan de nîqaş derketîye û paşê rewş veguherîye şerê bi dar û kêran.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûne ku birîna 2 kesan dijwar e.

Her sê birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û polîsan jî dest bi lêpirsînê kirin.

Li ser agahdarkirina alîyên peywendîdar, tîmên tendirûstî û hêzên ewlekarîyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hinek kes bi tohmeta ku tevlî şer û pevçûnê bûne desteser kirin û birin qereqolê. Li alîyê din zerar gehişte otomobîlên li cihê bûyerê, lê heta niha nayê zanîn ka çima di navbera herdû grûpan de şer derketîye.

Sedem an sedemên pevçûna wan herdu grûpan nehatîye zanîn.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin