Li Amedê di salekê de 1052 cihên kar hatine girtin

.

 

Serokê Odeyên Kasibkar û Pîşekaran a Amedê Alican Ebedinoglu ragihand ku di hundirê salekê de hezar û 52 cihên kar li sînorê wan ji neçarî hatine girtin û ev jî bûye sedema bêkarbûna 30 hezar kesan.

Di demekê de ku krîza aborî û milmilaneya siyasî bandoreke zêde li Bakurê Kurdistanê kiriye, tedbîrên rûbirûbûna vîrusa Coronayê jî hatin ser ku kasibkar wek derbeke mezin binav dikin.

Derbarê Serokê Odeyên Kasibkar û Pîşekaran a Amedê Alican Ebedinoglu ji Tigrisê re got: “Piraniya wan kesên cihên xwe yên kar girtine ji neçarî û ji ber rewşa Coronayê bûye. Niha xwaringeh dikarin bi awayê delivery kar bikin lê dîsan neçar in hejmarek karmendên xwe derbixin. Niha jî pirsgirêkên gelekan ji wan hene, mehane herwiha nikarin kirê û xerciyê jî bidest bixin, lewra di wê baweriyê de me hejmareke din a cihên kar dê bên girtin.”

Ebedinoglu dibêje eger hikûmete hevkariyeke ciddî ya kasibkar û esnafan neke, rewş ber bi xiraptir ji ya niha ve diçe. Derbarê wan hevkariyên ku di demên borî de hikûmetê kirine, Ebedinoglu got: “Ev têr nake û nikare birîna kasibkaran bipêçe, bi taybetî ku mercên wan pakêtan zêde ne û beşeke zêde ya esnafan jê bêbeş dibin.”

Roja 11ê Adara 2020an yekem pêketiyê bi vîrûsa Coronayê ji aliyê Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê ve hat ragihandin. Ji wê demê ve hikûmetê sînordarkirin û qedexeya çûn û hatinê cîbicîh kir û heta niha jî ew tedbîr berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê