Li Amedê cejna Hêkesorê hat pîrozkirin

Doh, Ermenîyên Diyarbekirê li resteurantekê Cejna Zadik (Hêke Sor, Paskalya) pîroz kir.

Ji ber ku ketina Dêra Surp Gîragos a li Sûrê qedexe ye û ev 5 sal in cemaeta Ermenî nikarin bikevinê,  Ermenîyên Amedê doh li kafeyekê Cejna Hêkesorê pîroz kir.

Bi organîzsyona Weqfa Dêra Surp Giregos bi munasebeta Hêke Sorê li gel Ermenîyan û dostên wan şahiyek li dar ket.

Ji ber şerê xendekan Dêra Ermeniyan nîv xera bûbû, şahî li resteorantekê pêk hat.

Di şahiyê de ji bo mêvanan taştê hat pêşkêşkirin. Dû re hêk û çorekan dan hemû kesên beşdar.
 

Serokê Waqfê Xefûr Turkay axaftinek kir. Di axaftina xwe de cejna mêvanan pîroz kir û hin mêvanên beşdar da nasîn.

PAK jî wekee heyetekê, beşdarî şahiyê bû.

Şahî bi sitranên Udî Yerîvan dom kir.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?