Li Amedê bûyera trafîkê: mîrî û birîndar hene

Minîbûsa ku ji navçeya Hênê ya Amedê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî ya li Sêrtê, di rê de tekelê ‎wê teqiya û wergeriya. Di qezayê de jinekê canê xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Minîbûsa ku ji navçeya Hênê ya Amedê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî ya li Sêrtê, di rê de tekelê ‎wê teqiya û wergeriya. Di qezayê de jinekê canê xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

 

Bûyer, îro Şemiyê li ser rêya Amed-Farqînê qewimî. Minîbûsa bi şofêrtiya Orfû Kaçmaz ku ji qezaya ‎Hênê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî, dema gehişte Taxa Oguzlar tekelê paşê yê aliyê rastê ‎teqiya, ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

 

Di bûyerê de, 17 kes birîndar bûn ku zarok jî di nav wan de ‎hebûn.‎


 

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirustî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

‎Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên Amed û Farqînê hatin veguhestin. Lê Xatûn Kaçmaz (60) ku li ‎Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargi ya Amedê ‎dihat dermankirin, canê xwe ji dest da. ‎Di bûyerê de 16 kes jî birîndar bûn û hat ragihandin ku rewşa sisêyan ji wan giran e.‎

  

Siyaset Haberleri

Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide