Li Amedê bûyera trafîkê: 13 kes birîndar in

Li Bakurê Kurdistanê li ser rêya Amed-Çewlîkê di bûyereke trafîkê de otomobîlek û minîbusa rêwingîyan lihev ketin û di encam de 13 kes birîndar bûn. Birîna 3 kesan giran e.

Bûyer li ser rêya Amed-Çewlîkê û li nêzîkê mezraya Beyler a ser bi qezaya Licê ve qewimî.

Li gor agahîyên hatine belavkirin, minîbûsê dema ji Amedê rêwing dibirin qezayê li nêzîkê gund rawestîya daku rêwing peya bin. Di vê demê de otomobîla ku ji paş ve dihat li minîbusê da û minibus wergerîya.

Di bûyerê de 13 kes birîndar bûne. Tîmên tendirûstî û polîs gihîştin cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên Licê û Amedê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku birîna 3 kesan giran e û derbarê bûyerê de lêkolîn hatîye destpêkirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist