Li Amedê 54 karmendên tendirûstîyê bi koronayê ketine

Odeya Pizîşkan a Amedê ragihand, ku heta niha li nexweşxaneyên bajarê Amedê 54 karmendên tendirûstîyê bi vîrûsa Coronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya Odeya Pizîşkan a Amedê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi giştî encama testa 54 karmendên tendirûstîyê pozîtîv derketîye.

Odeya Pizîşkan a Amedê daxwazê ji alîyê peywendîdar dike, ku tedbîrên pêwîst werbigrin bo parastina karmendên sektora tendirûstîyê ku li enîyên pêş ên şerê rûbirûbûna Coronayê de xebatê dikin.

Roja Yekşemê pizîşkekî pispor ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargçl a Amedê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû, li nexweşxaneya wan û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi giştî 120 tûşbûyên koronayê hatine razandin.

Heman pizîşkî herwiha dîyar kiribû, ku 29 ji wan pêketîyên COVID-19  bo beşa çavdêrîya hûr a nexweşxaneyê hatine veguhastin û di bin çavdêrîyeke tund a pizîşkan de ne.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê, heta niha li wî welatî 110 hezar û 130 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 2 hezar û 805 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin