Li Amedê 24 hezar û 495 welatî di qerantînayê de ne

Li Amedê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa Covît-19 dikevin zêde dibe. Heta niha 24 hezar û 495 kes di qerantînayê de ne.

Navenda Nûçeyan - Li Amedê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa Covît-19 ketine zêde dibe. Li gel hişyarîya Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) bi gelemperî tedbîr nayên girtin. Li dijî hişyarîya WHO hikûmeta AKP'e biryara "asayîbûnê" da û hemû qedexe rakirin. Li Amedê jî şewb belav dibe û hêjmara kesên bi vîrûsê ketine zêde bûn. Li gorî daneyên Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê li Amedê 24 hezar û 495 kes di qerantînayê de ne. 

 

Li Peyasê 6 hezar û 430, li Rezan, 5 hezar û 698, li Yenîşehirê 3 hezar û 498, li Sûrê Hezar û 626, li Farqînê Hezar û 393, li Bismîlê Hezar û 358, li Erxenîyê hezar û 13, li Çêrmûkê 645, li Çinarê 599, li Pîranê 488, Li Licê 394, li Çunguşê 356, li Hênê 321, li Pasûrê 260, li Gelê 171, li Qarazê 157, li Hazroyê 88 kes di qerantînayê de ne. 

 

Dîsa li Gundê Barbînê yê Erxenîyê piştî testa welatîyekî ya vîrûsê posîtîf derket gund xistin qerantînayê. 

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin