Li Almanyayê keçeke Kurd xelata DAAD bi dest xist

.

Xelata DAAD ya Akadaemiya Alman ji bo keça Kurd Roşak Ehmed hat dayîn.

Roşak Ehmed Keçeke Kurd a xelka Efrînê li Almanya di warê sînema û televezyonê de xelata DAAD (Xizmeta Veguheztina Akademîk a Alman) ya xwendekarên serkeftî bi dest xist.

Deutscher Akademischer Austauschdienst (Xizmeta Veguheztina Akademîk a Alman) saziyeke Alman e û di warê akademiyê de piştgiriyê dide xwendekarên biyanî.

Xelata DAADê ya ji bo serkeftinên balkêş ên xwendekarên navneteweyî yên li zanîngehên Almanyayê hat dayîn.

Xelata ku ji her zanîngehekê re 1,000 € tê dayîn, armanc ew e ku ji hejmareke mezin a xwendekarên navneteweyî yên li zanîngehên Alman re rû bi rû bimîne û wan bi çîrokan ve girêbide. Îsal xelata Zanîngeha Sînemayê Roşak Ehmed re hat dayîn.

Roşak Ehmed ku xelka Efrînê ye li Helebê ji dayik bû ye û li zanîngeha Şamê beşê hunerên ciwan xwendiye û di sala 2011 dest bi amadekirina belgefilman kiriye.

Ehmed di sala 2014an de çûye Almanyayê û li zanîngeheke Berlînê beşê sînema û televezyonê xwendiye.

Niha Roşak Ehmed li Berlînê karê berhemanîna sînema û televezyonê dike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin