Li Almanyayê êrişa bi kêrê: Gelek mirî û birîndar hene

.

- Li bajarê Solingenê yê Almanyayê li festîvalekê di êrişeke bi kêrê de, 3 kes hatin kuştin herî kêm 6 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Doh êvarê li gorî dema herêmî saet derdora 21:45an de kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir.

Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye heta niha nehatiye desteserkirin.

Ji bo girtina êrişkar xebatên hêzên ewlehiyê berdewam in.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne