Li Almanyayê bi beşdariya 12 hunermendên Kurd konsêrtek tê sazkirin

Li Almanyayê yek ji kevintirîn rêxistina Kurdî, rêxistina Civaka Kurd li Siegburg - Bonn konsertekê ji bo 30 saliya xwe saz dike û Tora Medyayî ya Rûdawê, sponsoriya darayî ya konsertê dike.

Civaka Kurdî ya Siegburg/Bonn ji bo 30 saliya xwe konsertekê saz dike.
Li Almanyayê yek ji kevintirîn rêxistina Kurdî, rêxistina Civaka Kurd li Siegburg - Bonn konsertekê ji bo 30 saliya xwe saz dike û Tora Medyayî ya Rûdawê, sponsoriya darayî ya konsertê dike.
 
Civaka Kurdî ya Siegburg - Bonn, ku bi navê Kurdische Gemeinde tê naskirin û pêwendiyên wê yên rasterast ligel parlamento û hikûmeta Almanyayê hene û yek ji lobiyên xurt ên kurdan li wî welatî ye, 30 saliya xwe pîroz dike.
 
Civaka Kurd, bi wê helkevtê konsertekê lidar dixe û di konsertê de ji çend beşên Kurdistanê 12 hunermend beşdar dibin.
 
Konser roja Şemî 15 vê mehê (Hezîranê) tê pêşkêşkirin, îro amadekariyên konsertê hene,
 
Hunermendên ku di konsêrtê de amade dibin, ev in:
 
Nîzametîn Arîç, Xêro Abbas, Ganî Nar,  Zîlan Nar, Zeynel Aba, Evîna Welat û hunermenda operayê Pervîn Chakar, Nûre Dlovan, Nazê Îşxan, Umut Yilmaz, Metin Yilmaz, Bariş Boyraz.
 
Herwiha di konsêrtê de grûpa semayê ya Viba jî beşdar dibe.
 
 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin