Li Akrê teqîn: 2 Pêşmergên Roj şehîd bûn

.

 Li nahiya Dînarte ya ser bi Akrê ve li Duhokê, di encama teqîna mayînekê de bi wesayîteke hêzên pêşmerge ve, du pêşmergê şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Rêveberê nahiya Dînarte û Dije Terora Kurdistanê, PKKê bi danîna wê mayînê tometbar dikin. hat ragihandin ku, ew Pêşmergên Roj bûne.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Emînkî ragihand, karwanekî pêşmerge li nahiya Dînarte tûşî teqînekê bûye, lê hêj zanyariyên temam li ser bûyerê û ziyanên wê zelal nînin.

Rêveberê nahiya Dînarte Şeban Berwarî jî derbarê bûyerê de ragihand, ew hatine agahdarkirin ku du teqîn li ser rêya Kanî Toz-Neqebê rû dane û got, “Ji %100 PKKê ew encam daye, lê em bi dirustî nizanin ka ziyan çi ne!”

Derbarê nasnameya wan pêşmergeyan de jî, wî çavkanî ku nexwest navê wî bê belavkirin, ragihand ku ew Pêşmergên Roj ên Rojavayê Kurdistanê ne.

Li aliyê din Dije Terora Herêma Herêma Kurdistanê jî li malpera xwe derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, îro di demjimêrên êvarî de, li herêma navbera gundên Kanî Toz û Nêrkê li nahiya Dînarte ya ser bi Akrê ve, mayînek bi hêzên pêşmerge ve teqiya.

Li gor wê daxuyaniyê ku hatiye gotin, “mayîn ji aliyê PKK ve hatiye danîn” di encama teqînê de 2 pêşmegre şehîd bûne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin
Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike
PKKyê xalên xwe yên kontrolê yên li Şingalê radestî hêzên Iraqî kir