Li Agirî û Wanê qedexe hat ragihandin

Li Bakurê Kurdistanê li herdu parêzgehên Agirî û Wanê, bo dema 15 rojan qedexeya hemû corên çalakîyan hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan- Parêzgarîya Wanê di daxuyanîyekê de ragihand, hemû çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyanîya parêzgarîya Wanê, ji 25ê Mijdara 2019ê wate îro ve, heya 9ê meha bê konfiransên rojnamevanî, vekirina çadiran, xwepêşandan, çalakîyên rûniştinê, merasîmên bîranînê, konsert û belavkirina belavok qedexe ye.

Sedema qedexeyê jî, rewşa ewlekarîyê û parastina can û malê welatîyan hatîye ragihandin, sedemên ku di piranîya qedexekirinan de û berî destpêkirina operasyonên li dijî PKKê li Bakurê Kurdistanê tên bikaranîn.

Ev qedexe ya salal 2016ê ye û bi vê biryarê careke din hat dirêjkirin. Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 3 sal in bi hincetên cuda berdewam tên dirêjkirin.

Li parêzgeha Agirîyê jî hemû corên çalakîyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin. 

Li gor daxuyanîya Walîtîya Agirî, qedexe ji 22ê vê mehê ve dest pê kirîye heya 15 rojan dê berdewam be. Walîtîyê dîyar kirîye, di wê maweyê de konferansên rojnamevanî, xwepêşandan, çalakîyên rûniştinê û merasîm qedexe ne.

Biryara qedexeyê hemû navçeyên Agirîyê jî li xwe digire.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist