Li Agirî lehi rabû: zarokek canê xwe ji dest da

Li gundekî ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ji ber lehîyê zarokekî temen 12 salî canê xwe ji dest da.

Ji ber barana zêde demjimêr 18:00ê êvara roja Yekşemê 12ê Tîrmehê li gundê Gezgezê ku 28 kîlometre dûrî navenda bajarê Agirî ye, lehî rabû.

Zarokekî 12 salî bi nave Ali Osman Eytemiş ku ligel birayê xwe yê 10 salî bi navê Murat pez diçêrandin, dema hewl dida ajelên xwe biparêze daku zerar negihe wan, ket ber lehîyê û wenda bû.

Tîmên bi hewarveçûnê û AFADê dest bi hewldanên xwe kirin daku wî zarokî bibînin. Di encam de termê wî zarokî li gundê Mele Osman hat dîtin ku 8 kîlometre dûrî cihê bûyerê bû.

Bi armanca lêkolînê termê wî zarokî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî hat veguhestin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist