Li 4 şaredarîyên din qeyûm hatine wezîfedarkirin

Wezareta Karûbarên Navxweyî ji bo Şaredarîya Kop, Gimgim û Erentepeyê ya Mûşê û ji bo Şaredarîya Ûrlayê ya Îzmîrê qeyûm wezîfedar kirîye.

Navenda Nûçeyan- Li şûna hevşaredarên Kop, Gimgim û Erentepeyê, navçeyên Mûşê û şaredarê Ûrlaya Îzmîrê qeyûm hatine tayînkirin.

Hevşaredarên Kop û Gimgimê di çarçoveya lêpirsînekê de hatibûn desteserkirin ku Serdozgerîya Komarî ay Mûşê bi rê ve dibe. Hevşaredar hîna jî desteserkirî ne. Wezareta Karûbarên Navxweyî vê sibê Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû, Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Erentepeyê Dilaver Kesik ji wezîfeyê avêtîye.

Wezaretê her weha Şaredarê Ûrlaya Îzmîrê jî ji wezîfeyê avêtîye ku bi tohmeta “endamê Rêxistina Terorê ya Fethulahîyan (FETO)” ye hatibû girtin.

Li şûna Hevşaredara Gimgimê Qaymeqamê Gimgimê Ertûgrûl Avci, li şûna Hevşaredarê Kopê û Hevşaredarê Erentepeyê Qaymeqamê Kopê Mehmet Îlîdî û li şûna Şaredarê Ûrlayê jî Qaymeqamê Ûrlayê Onder Can weke qeyûm hatine tayînkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist