Li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 113 kes hatin binçavkirin

.

Piştî şerê li Zapê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 113 kes binçav kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, li 32 bajaran li dijî bergûmanên PKKê operasyon hatine kirin û 113 kes hatine deteserkirin.

Alî Yerlîkaya piştî êrîşa PKKê ya li Zapê eşkere kiribû, wan li ser kesên ku di derheqê kuştina leşkerên wan de, bi riya medyaya sosyal bangeşeya PKKê dikin û zanyariyên şaş belav dikin, lêkolîn dane destpêkirin.

Ev yek piştî wê tê, duhî di endama êrîşeke PKKê de li ser binkeyeke artêşa Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Pişîtî êrîşa PKKê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di daxuyanîyekê de eşkere kiribû, wan bi rêya firokeyên şerî 29 bingehên PKKê li Iraq û Sûriyeyê kirine.

Wezareta amaje bi wê jî kir, di êrîşê wan ên asmanî de, 20 endamên PKKê jî hatibûn kuştin. Operasyonen asmanî û bejayî berdewam dikin.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand