Leyla Guven li meclîsa Tirkîyê sond xwar

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li meclisê sonda parlamenteriyê xwar û dest bi xebatên xwe kir

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li meclisê sonda parlamenteriyê xwar  û dest bi xebatên xwe kir

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, piştî salekê li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwar.


Guven piştî axaftinên ji derveyî rojevê, derket kursî û sonda parlamenteriyê xwend. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê piştî Guven sond xwar li çepikan xistin. Guven êdî dikare tevlî xebatên lijneya giştî bibe û bibe endama komîsyonan.


Leyla Guven di 31’ê çileya 2018’an de hate girtin û dema ku di girtîgehê de, di 24’ê hezîranê de weke parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hate hilbijartin. Guven di 8’ê mijdarê de jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Guven di roja 79’emîn a çalakiyê de jî hate berdan. Guven piştî ku hate berdan, çalakiya xwe li mala xwe ya li Rezan a Amedê berdewam kir. Guven li ser banga Ocalan jî di 26’ê gulanê de ango di roja 200’emîn de çalakiya xwe bi dawî kir

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî