Leşkerên Tirkîyê li Amedê operasyon dan destpêkirin

Li herêmên navçeya Licê ya girêdayî Ameda Bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkîyê operasyonek bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor medyaya Tirkîyê, artêşa wî welatî operasyon li deverên gundên Huseynik, Firdês û Pîrik ên Licê dest pê kirîye.

Hat zanîn ku piştî leşker derketine operasyonê li ser rêyên gundên navborî xalên kontrolê hatine danîn û ji ber operasyonê hejmareke zêde ya leşkeran bo herêmê hatine veguhestin.

Ji alîyên din heta vê gavê ti agahîyeke şer û pevçûnan jî nehatîye belavkirin.

Pêştir jî li gundên Pêçar, Mizag, Xeşederê, Barav û Axtîgan ku dikevin navbera navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê operasyonek hatibû destpêkirin.

Ew operasyona ku bi hinceta hebûna hêzên PKKê li wan navçeyan hatîye destpêkirin û helîkopterên cengî jî tê de beşdar in, berdewam dike.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist