Leşkerên Amerîkayî li Kerkûkê hatin bicihkirin

.

Piştî êrişên 16 Çiriya Pêşînê bi 7 salan careke din hêzên leşlerî yên Amerîkayê li Kerkûkê hatin bicihkirin.

Hêzeke leşkerî ya Amerîkî ji Hewlêrê derbasî Kerkûkê bû û çû baregeha leşkerî ya K-1 ku 13 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e ku di bin kotrolaartêşa Îraqê û hêzên dijî-terorê tê de ye.

Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn ji Kerkûkê ragihand ku hêza Amerîkayê ya ji 60 leşkerî pêk tê, bi 13 wesayîtên leşkerî gihîştine baregehê û li wir bi cih bûye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, hêzên leşkerî yên Amerîkayê bi hevahengiya hêzên xwecihî giheştine Kerkûkê û li ser xalên pişkinînê rê dane wan ku derbasî nav bajêr bibin û ji wir derbasî baregeha leşkerî ya K-1 bûne.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, hatina wê hêza leşkerî ne ji bo ti operasyoneke hevbeş a ewlehiyê ya li gel hêzên dijî terorê yên Îraqê ye û wiha pê de çû:

“Ev cara yekem e ku leşkerên Amerîkî derbasî Kerkûkê dibin û dibe bixwazin bimînin, ji ber ku yek an du wesayîtên wan bi kelûpelên pêwîstî barkirî bûn.”

“Armanc li Kerkûkê rê li ber nearamiya muhtemel bigirin”

Li Îraqê di 18ê Kanûn Pêşîna 2023yan de hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatin kirin, lê ji ber lihevnekirina aliyan heta niha parêzgar û rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê nayê diyarkirin.

Piştî hilbijartinan zêdetirî mehekê li Kerkûkê guhertin di kadroyên asayîş û îdarî de hatin kirin.

Navekî nû wek fermandarê polîsan hat tayînkirin. Hatina hêzên Amerîkî hevdem e ligel guhertinên ku tê gotin roja Çarşemê bên kirin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand, çavkaniyên ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku şandina hêzên Amerîkayê ji bo aramkirina rewşa ewlehiyê piştî guhertina erka li nav bajêr û nehiştina her rewşeke nexwestî hatiye amadekirin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e