“Leşkerê Roj hêzeke Kurdistanî ye û berevanîyê li xak û gelê Kurdistanê dike”

Çend roj in hin malper û rûpelên torên civakî nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Binceq ji alîyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes li alîyê hêzên ser bi Tirkîyê ve li Lîbyayê şer dikir.

Navenda Nûçeyan - Çend roj in hin malper û rûpelên torên civakî nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Binceq ji alîyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes li alîyê hêzên ser bi Tirkîyê ve li Lîbyayê şer dikir. Hin pêgehên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine ew kes Pêşmergeyekî ser bi hêzên (Leşkerê Roj) ve ye, wek hewlekê ji bo şikandina navê pîroz ê vê hêzê.

Di wê derbarê de Şarezayê di karûbarê Tirkîye û Sûrîyê de Mistefa Şefîq ragihand, Kurdê Rojavayê Kurdistanê di 50 salên dawî de bi awayekî bibandor û serbilind beşdarî di şoreşên her çar perçeyên Kurdistanê de kirine, bi taybet di şoreşên Başûr û Bakurê Kurdistanê de, Leşkerê Roj (Pêşmergeyên Roj) jî ji gelî hatîye avakirin, ne tenê ewê kesên di nava Leşkerên Roj de, belkû dîroka malbatên wan jî welatparêz in. Reng e endamên malbatên wan Pêşmergeyan jî, şehîd li Başûr û Bakurê Kurdistanê dabin.

Herwiha got: Ew kesê bi navê Ferman Bonceq dema hatîye Başûrê Kurdistanê di Herêma Kurdistanê derbasî Tirkîye bûye û ti pêwendî bi rêzên Pêşmergeyên Roj re nekirîye.

Mustefa Şefîq amaje bi wê da: Pêwîst bû di van rojên selvegera komkujîya enfalê de, rojava Kurdî ew ba, çawa hewlên xwe bidin û wê komkujîyê wek jenosayd bê naskirin, ne ku Pêşmergeyên Roj yên bi dehan şehîd di şerê li dijî DAIŞê dane bi kesekî sivik bikin.

Dîyar kir jî, di dîrokê de ti netewek wek Kurd nebûye qurbanîyê teror, wêranî û derbiderîyê, heger kesekî karekî xirap kiribe, nabe bê gotin ku Kurd wiha dike. Lekekirina hêzeke Kurdî jî bi kesekî wiha, bixwe tawan e.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist