Lêpirsînname ji bo nivîskar Ragip Zarakolûyî hatîye amadekirin

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ji ber nivîsa wî ya bi navê “Hûn nikarin ji ber qedera serobino baz bidin” lêpirsînname ji bo rojnameger û nivîskar Ragip Zarakoluyî amade kirîye.

Navenda Nûçeyan - Ji ber ku nivîseke bi navê “Hûn nikarin ji ber qedera serobino baz bidin” nivîsandîye û ev nivîs di 5ê Gulanê de di rojnameya Evrenselê û malpera Arti Gerçekê de hatîye weşandin, lêpirsîname ji bo nivîskar, weşanger, mafparêz Ragip Zarakoluyû hatîye destpêkirin.

Piştî ku nivîs hatîye weşandin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ragihandinê yê Serokomarîyê, Fahrettîn Altunî gilîyê Zarakolûyî kiribûn. Li ser vê rewşê Buroya Lêpirsînên Sûcên Birêxistinkirî û Terorê ya Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê bi tohmeta ku “mesaja derbeyê daye û xwestîye sîstema Destûrî biguherîne” lêpirsînname daye amadekirin.

Ahmet Ozel, Parêzerê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê gilîye Zarakoluyî kiribû. Ozelî di daxwaznameya xwe de dîyar kirîye ku Zarakolû bi nivîsa xwe Serokwezîr Adnan Menderesê hatîye darvekirin û Recep Tayyîp Erdogan dane ber hev.

Çi bûbû?

Nivîskar û rojnameger Ragip Zarakolû nivîsek bi navê “Hûn nikarin ji qedera serobino baz bidin” nivîsandibû. Nivîs di 5ê Gulanê de li rojnameya Evrenselê û malpera nûçeyan a Arti Gerçekê hatibû weşandin. Di wêneyê nivîsê de Serokoomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê darvekirî Adnan Menderes li kêleka hev hatibû danîn.

Serokatîya Ragihandinê ya Serokomarîyê heman rojê bi tohmeta ku sûc li dijî sîstema Destûrî ya Komara Tirkîyeyê û Serokomar Erdoganî kirine gilîyê Zarakolûyî kiribû. Xwestibû ku doz bê vekirin.

Zarakolûyî daxuyanîyek dabû û gotibû ku wî di jîyana xwe de her têkoşîn li dijî derbekaran kirîye.

Biryar hatibû standin ku bi sûcê “dixwaze mesaja derbeyê bide û sîstema destûrî hedef bigire” lêpirsîn bê kirin.

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe