Lêpirsînek jî ji bo Baroya Amedê

Ji ber ku daxuyanîyek derbarê Alî Erbaş, Serokê Sazîya Karûbarên Olî de dabûn lêpirsînname ji bo Baroya Amedê hatîye amadekirin.

Navenda Nûçeyan - Serdozgerîya Komarî ya Amedê, ji berk u daxuyanîyek derbarê Alî Erbaş, Serokê Sazîya Karûbarên Olî de dabûn, lêpirsînnameyek ji bo Baroya Amedê amade kirîye.

Alî Erbaş, Serokê Sazîya Karûbarên Olî, roja înê (24ê Nîsana 2020an) di dema xwendina xutbeyê de LGBTI+ û kesên HIV li wan peyda ne kiribû hedef û gotinên nefretkirinê bilêv kiribû.

Piştî vê rewşê partîyên sîyasî yên mixalif û rêxistinên mafparêz bertek nîşanî gotinên Erbaşî dabûn.

Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê û Baroya Enqereyê gilîyê Erbaşî kiribûn. Baroya Amedê jî daxuyanîyek weşandibû.

Piştî vê rewşê lêpirsînname ji bo Baroya Enqereyê hatibû destpêkirin. Sazîya Karûbarên Olî gilîyê Baroyê kiribû.

Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê piştgirîya Erbaşî kiribû.

Baroya Amedê jî bertek nîşan dabû

Piştî ku Baroya Amedê daxuyanî weşand, Serdozgerîya Komarî ji bo rêveberên Baroyê lêpirsînnameyek amade kirîye. Serdozgerîyê li gorî Xala 216/3yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û bi tohmeta ku “sivkayî li nirxên olî kirîye” lêpirsîn daye destpêkirin.

Bianet

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin