LÊKOLÎNA OXFORD Û REUTERSÊ/ Li Tirkiyeyê çepgir ji înternetê û rastgir ji televizyonê li nûçeyan dinêrin

Zanîngeha Oxfordê û Enstîtûya Reutersî li 37 welatan ji 74 hezar kesan pirsên li ser medyayê kiriye û wek raporekê amade kiriye.

Navê raporê Rapora Medyaya Dîjîtal e.

Daneyên di heqê Tirkiyeyê de ev in:

*Çavkaniya herî bihêz a standina nûçeyan televizyon e. Ji sedî 48ê welatiyan televizyonê wek çavkaniya sereke ya standina nûçeyan dibînin.

*Xelkê çepgir(ji sedî 45) ji înternetê li nûçeyan dinêrin, rastgir(ji sedî 59) ji televizyonê li nûçeyan dinêrin.

*Ji sedî 7ê xelkê ji radyoyê û ji sedî 6ê xelkê ji medyaya çapkirî li nûçeyan dinêrin.

*Ji sedî 7ê medyaya dîjîtal ne girêdayî ti sazî û rêxistinan in.

*Ji sedî 53yê kesên 18-24 salî ji telefonên destan li nûçeyan dinêrin.

*Ji sedî 43yê xelkên li Tirkiyeyê ji telefona destan li nûçeyan dinêrin.

*Malperên herî zêde nûçe lê têne xwendin ji rêzê ve CNN Türk, Hürriyet, Mynet, NTV û Sözcü ye.

*Çavkaniyên nûçeyan yên herî kêm bawerî lê tên ji rêzê ve  A Haber, Sabah û TRT Haber in.

*Ji sedî 38ê welatiyan ji nûçeyên li medyayê bawer dikin, ji sedî 40ê welatiyan ji nûçeyên li medyayê bawer nakin.

*Ji sedî 28ê beşdarên 18-24 salî diyar kirine ku baweriya wan li medyayê tê, ji sedî 43yê beşdarên ji 55 saliyê mezintir diyar kirine ku baweriya wan li medyayê tê.

(Bîanet Kurdî)

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir