Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye

.

Li gorî rapora BETAMê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 6,5 milyon kes di nav “xizaniya zêde” de dijîn.

Navenda Lêkolînên Ekonomîk û Civakî ya Zanîngeha Bahçeşehirê (BETAM) rapora hejarî û xizaniyê ya li gorî amarên serdema 2015-2023yan eşkere kir.

Li gorî raporê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 6,5 milyon kes di nav “hejarî û xizaniya zêde” de dijîn û herî kêm 5 pêwîstiyên xwe yên bingehîn nikarin dabîn bikin.

Her wiha 2 milyon û 817 hezar kes ji hemû pêwîstiyên bingehîn bê par in û nikarin bikirin, yanî di nav hejarî û xizaniya herî tund de dijîn.

Hejarî û xizaniya herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Li gorî rapora BETAMê xizaniya herî zêde bi rêjeya ji sedî 20,7 li "Başûrrojhilatê Anadoluyê" ye ku ji çend bajarên Bakurê Kurdistanê pêk tê.

Xizaniya herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 2,2 li herêma Marmarayê ye.

Li Bakurê Kurdistanê sedemên herî mezin ên hejariyê asta xwendinê û nebûna derfetên kar in.

Xizanî û hejariyê bandor li rewşa malnişînan jî kiriye û sala 2023yan 194 hezar malnişîn di nav “hejariya zêde” û 55 hezar malnişîn di nav “hejariya herî zêde” de jiyane.

Kurdistan Haberleri

Peymangeha Waşintonê: Gihîştina petrola Kurdistanê bo Amerîkayê nîşaneka bihêziya siyasî û aborî ye
Tom Barrack: Navendîbûn û federalîzm wehma hikûmetan in
Rûxîna Esed tê pîrozkirin: Rêberê Elewiyan boykot xwest
Adil Baxewan: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku bicivin
Hakan Fidan: Divê hin hêzên di nav HSDê de bên hilweşandin