Lêkolerê Amerîkayî li ser Rojavayê Kurdistanê axivî: Fransayê dron dan

.

Lêkoler û Şêwirmendê Amerîkayî David Wallas behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Mala Fransayê ava ku dron dan herêmê.”

Li Sûriyeyê piştî nemana desthilata Beşar Esed, ev mehek û nîv e ku  rêveberiyeke nû ya bi pêşengiya Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer dest bi kar kiriye lê hîn jî rewş zelal nebûye.

Bi taybetî statuya Rojavayê Kurdistanê û paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku niha hêza herî mezin a Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye, tê meraqkirin.

Lêkoler û Şêwirmendê Amerîkayî David Wallas bû mêvana Rûdawê û behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

“Kurd gelekî bi mêrxasî şer dikin”

David Wallas amaje bi wê yekê kir ku Kurd bi mêrxasî li hemberî êrişên Tirkiyeyê radiwestin û got:

“Kurd gelekî bi mêrxasî şer dikin û ez Kurdan pîroz dikim ku li hemberî Tirkan radiwestin.”

Wallas diyar ku ew piştrast e ku serokê hilbjartî yê Amerîkayê Donald Trump dê piştgiriyê bide Kurdan.

Wallas her wiha spasiya Fransayê kir ku dron dane herêmê û got, "Em spasiya Fransayê dikin ku li dron dane hevalbendên mê yên li herêmê.

Kurdên Sûriyeyê aştiyê heq dikin."

“Ew wekî pisîkan in û nikarin xwe biguherin"

Lêkolerê Amerîkayî di heman demê de bal kişand ser rewşa nû ya li Şamê û got:

"Divê em piştrast bin ku ew hêzên li Şamê li dijî hevpeymanên me yên Kurd tiştekî nakin.

Yên li Şamê dixwazin xwe cuda nîşan bidin lê em wan nas dikin.

Ew wekî pisîkan in û nikarin xwe biguherin."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e