Lavrov: Rûsya hewl dide ku Kurd û Şam bigiehêjin rêkevtinekê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê lihevkirinên di navbera hikûmeta Sûrîyê û Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku gotûbêjên wan berdewam in û ew gihiştine hinek encamên zelal.

 

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li bajarê Soçî beşdarî civîna Ajansa Ewlekarîya Federal a Rûyayê bû û têde behsa pêşhateyên vê dawîyê yên li Rojavayê Kurdistan û Sûrîyê kir. Lavrov dibêje ji ber şerê li Rojava, çekdarên DAIŞê li cîhanê belav dibe û sedem jî polîtikayên welatên Ewropî ne ku çekdarê DAIŞê yên li kampan wernegirtine.

Sergey Lavrov dibêje ku Amerîka û hevpeymana ligel wê, hêzên Kurdî handan e ku êrişî ereban bike û Sûrîyê perçe bikin û li rojhilatê Çemê Firatê statûyeke dervey dewletê ava bikin.

Derbarê polîtikaya Rûyayê ya herêmê de Lavrov tekez dike ku welatî wî li gor yasayên navnetewî û Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî tevdigere û dibêje: “Rûsya hewl dide ku Kurd û Şam bigiehêjin rêkevtinekê. Herwiha Rûsya piştgirîya hevkarîya herdu hikûmetên Tirkîye û Sûrîyê ya di çarçoveya Rêkevtina Edeneyê de bo parastina sînoran dike.”

Lavrov herwiha amaje bi wê yekê kir ku take çareseriya bo krîza Sûrîyê ew e ku yekgirtîya wî welatî bê parastin û rêz li serwerîyê Şamê bê girtin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di heman demê de da zanîn ku gotûbêjin di navbera hikûmeta Sûrîyê û Reveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de berdewam in, ew bi rêya diyalogan giheştine hinek encamên zelal.

Lavrov herwiha eşkere kir ku ew dê di heyama serdana pêşbînîkirî ya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûyayê de rewşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê binerxînin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî