Navenda Nûçeyan - Sergey Lavrov di civîneke çapemenîyê de li ser kuştina çend serbazên Rûsyayê û kesekî Tirk li Sûrîyê got: "Em ligel hevkarên xwe yên Tirkîyê di peywendîyê de ne, çend rêkeftin hene ku pêngavên me yên bên li navçeyê dîyar dikin."
Lavrov da zanîn ku li gor rêkeftinan, Tirkîye grûpên parêzgeha Idlibê ji hev cuda dike û dîyar dike ka kîjan terorsît e û kîjan grûp jî opozisyona Sûrîyê ye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dîyar kir ku li ser vê rewşê ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu axivî ye û derbarê çareserkirina pirsgirêkan de hevra bûne, lê hêj nikarîne li gor rênmayîyên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan pirsgirêkan çareser bikin.
Lavrov wiha got: “Em ligel hevkarên xwe yên Tirkîyê di peywendîyê de ne, , çend rêkeftin hene ku pêngavên me yên bên li navçeyê dîyar dikin di çarçoveya vê senaryoyê de. Bi awayekî ku hevkarên me li Tirkîyê dîyar dikin kîjan grûp terorîst in û kîjan jî opozîsyon in. Vê dawîyê bi rêya telefonê bi kurtî ligel hevtayê xwe Mevlut Çavuşoglu axifîm, em di wê bawerîyê de ne ku divê navçeyeke ji çekan hatibe paqijkirin li nav navçeya aram hebe. Em li ser vê yekê rêkeftine, lê me nikarî ye li gor rênimayîyên Putin û Erdogan nakokîyan çareser bikin.”