Lavrov dîsa bala Tirkîye kişand: Li Idlibê berpirsîyarîya xwe bicîh bîn e

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov carek din anî ziman, ku li Idlibê Tirkîye berpirsîyarîyên xwe bicîh neanîn e.

Navenda Nûçeyan- Di kongreyek rojnamevanî de Lavrov dîyarkir, ku bi berdewamî ligel Tirkîye dinav pêwendîyê de ne û anî ziman: “Rêkeftinê me ligel Tirkîye liser herêmên kêmkirina  şer û alozîyan heye. Hevkarên me yên Tirk, soz dan me, ku Opozisyona ku ligel wan kar dike û Rêxistinên terorê wekî El-Nusra û Tehrîr el – Şam ji hevûdu veqetîn in, lê mixabin heta niha jî rxistinên terrorist li wan deveran kontrola xwe didomîn in. Jiber vê yekê, ev berpirsîyarî dive bicîh bibe”.

Di asta medya de sekna cuda liser Idlibê ya Rûsya û Tirkîye bi zelalî dîyar dibe, lê di asta diplomasî de, her du welat jî dîyar dikin, ku pêwendîyên wan didomin.

 

Siyaset Haberleri

Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir
Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî