”Laşê rojnamevan Birûsk Tugan li perava deryayê hat ditin”

Sebeb çi ye hîn ne diyar e, piştî otopsîyê ew ê dozgerê herêmî wê agahdarîyê bide.

Welatparêz û rojnamevanê kurd Ferhad Birûsk Tugan ev serê sê roja ne ku wenda ye, do cendekê wî li Fransayê, li bajarê Dunkerque, di deryayê de hatiye dîtin. Sebeb çi ye hîn ne diyar e, piştî otopsîyê ew ê dozgerê herêmî wê agahdarîyê bide.

Ferhad Birûsk Tugan ji Culemêrgê ye. Wî li Istenbolê rojnamevanî xwendiye, demekê di rojnameyên Tirkîyê de kar kiriye, di rojnameya ROJNAMEyê(1991) de jî nivîsên wî yên li ser sporê hene û mesûlê hiqûqî yê ROJNAMEyê bû. Piştî demekê diçe Amerikayê û di Dengê Amaerikayê beşê Kurdî de kar dike. Di dema destpêka televizyona KURD1ê (sala 2008)de tê li Parîsê bi cih dibe.

Endamê redaksiyona Kurd1ê bû. Ferhad Birûsk Tugan kurê welatperwerê kurd Hafiz Tugan e. Ferhad zewicîbû û bavê du zarokan e. 

Rûpela Nu/Fransa

 

 

Brayê hêja Ferhad!

Tu zû çûyi ji nav me. Gelek zû...

Tu diçî lê agirê welatparêziya te dê her di dilên me de vêketî bimîne.

Tu diçî, lê ew zımanê te yê zelal dê her ji zarûkên me re bimîne.

Brayê hêja Ferhad! (Birûsk)

Bi rastî tu bi tu deran ve naçî

Tu tu caran ji dilên me dernayî

 

Li ser navê rojnameya ”Rojname” yê
Ali Coşar

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin