Kurê Seîd Elçî awûqat Celadet wefat kir

M.Celadet Elçî kurê rehmetî Sid Elçî bû. Seîd Elçî yek ji siyasetmedarê kurdê bakur e

Baroya Stenbolê daxuyanî daye ku endamê baroya wan a nimareya 15230 Mehmed Celadet Elçî di 10ê MIjdara 2017ê de wefat kirîye. Cenazeyê wî dê di 11ê Mijdarê de li bajarê wî Çewlikê/Bingolê bihê definkirin.

M. Celadet Elçî kurê rehmetî Sid Elçî bû. Seîd Elçî yek ji siyasetmedarê kurdê bakur e. Yek ji wan kesayetiyan e ku di sala 1959ê de di 'Doza 49' an de hatibû darizandin û di 1965ê de bi çend hevalên xwe re Partîya Demokrat a Kurdistanê ava kiribû.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik di derbarê wefata wî de beyanek daye û sersaxîyê ji malbata Elçi-yan re dixwaze û dibêje bila serê gelê Kurdistanê sax be!

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist